
TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ
@PCSerbixwe • 6,396 subscribers
Xwedaperestî | Neteweperwerîya Kurdî-Kurdistanî | Azadîya Hemû Cudahîyan | Berxwedana Pasîf
Videos

📣📣Dîmenên girtina çar hevalên me li ser medya Tirkan wek êrîşekî li dijî polêsan hatiye behs kirin û dîmenên wê demê ji alîyê wan ve hatine kişandin! Di dîmenan da dema ku polêsan êrîşê hevalên me kirine nekişandine! Îro dê li dadgeha Amedê bên darizandin! #kurd #kurdistan #vejin
TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ14,890 görüntüleme • 3 gün önce

📢JI NEWROZA NETEWEPERWERÎYA KURDÎ Û KURDISTANÎ YA LI MALABADÊ 🔴Wê şevê li wê derê peyrewên Şahê Xanî, Şêxê Nehrî, Şêx Seîd, Xalid Begê Cibirî, Seyîd Riza, Elîşêr Koçgirî, Dayîka Zerîfe, Şêx Hefîdê Silêmanî, Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî, Celadet Bedirxan, Leyla Qasim û hê gelek navên din ên vê meşa dîrokî ya neteweyî hazir û amade bûn! #Vejin
TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ39,853 görüntüleme • 2 ay önce

BI NAVÊ XWEDAYÊ KURDISTANÊ Me îro li Amedê çalakîya xwe ya "Sonda Jîyana Bi Kurdî" bi awayekî serkeftî pêk anî. Çirûska pêşîn a rêbaza nû ya neteweyî îro hate vêxistin û di dîroka têkoşana neteweyî ya miletê Kurd da rûpeleka nû vebû. #SondaKurdi
Platforma Ciwanên Serbixwe260,670 görüntüleme • 2 yıl önce

Qazî Mihemed’in eşi, Kürt milletinin anası Dayîka Mîna: "Kürtlerin arzusu, Kürdistan’ın başarıya ulaşmasıdır. Benim dileğim tüm Kürtlerin başarıya ulaşmasıdır. Kadınıyla, erkeğiyle, çocuğuyla bütün Kürtler benim evlatlarımdır. Ben de kanımı Kürt milleti için, onun özgürlüğü uğruna vermek istiyorum…"
TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ17,393 görüntüleme • 2 ay önce

Îro li Amedê li qada Şêx Seîd daxuyanîyeka hevpar (VEJÎN, HAK-PAR, PWK, PSK, PDK-BAKUR, PÊL-KURD, Kesayetîyên Serbixwe yên Kurdistanî) hat dayîn li dijî êrişên dewleta Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê! Hêzên dewleta tirkî xwestin ku alayên Kurdistanê ji qadê werin derxistin; nîqaşên tund hatin kirin û ketin hewildana proseya desteserkirinê lêbelê dîsa jî me nehêşt alayên Kurdistanê ji qadê werin derxistin. Em dubare êrişên hovane yên Îranê şermezar dikin û sersaxîyê ji malbatên pêşmergeyên şehîd ra dixwezin û hevxemîya xwe ya di gel malbatên şehîdan û birîndaran radigihînin.
TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ15,037 görüntüleme • 2 ay önce

BANGA KURDÎ Me îro li #Çewlîgê çalakîya "Banga Kurdî" li dar xist. Em li kolan û kuçeyên Çoligê gerîyan, me peyama xwe gihande miletê xwe. Hêzên sîstema serwerîya tirkî nehêştin em çalakîya xwe bigihînin hemû kolan û kuçeyan! Ji bo tevahîya vîdyoyê:
TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ77,458 görüntüleme • 2 yıl önce

📢 DAXWAZA ME JI XWEDAYÊ KURDISTANÊ Bi Navê Xwedayê Kurdistanê Xwedêyo! Ji dozvanên me ra zanîn û xweragirîyê! Ji zanayên me ra berpirsyarîyê! Ji rewşenbîrên me ra nefsbiçûkîyê! Ji seydayên me ra neteweperwerîyê! Ji neteweperwerên me ra yekitîyê! Ji mezinên me ra rûmetê! Ji biçûkên me ra pakî û paqijîyê! Ji jinên me ra xwebawerî û resenîyê! Ji mêrên me ra xwebawerî û dadmendîyê! Ji xwendevanên me ra hişmendîyê! Ji mamosteyên me ra derdmendîyê! Ji bêdengîya me ra hewarê! Ji hewara me ra bersivdanê! Ji miletê me ra rizgarî û azadîyê! Bibexş ya Reb! Li ser rêbaza mamosteyê neteweyî Ehmedê Xanî me bigihîne hev! Li hemberî bişaftinê me biparêze! Me ji deng û rengê me yê resen neke ku te bi xwe bexşî me kirîye! Ji bo rizgarîya vî miletî pêwîstî bi çi hebe bi me bide zanîn û pêkanîn! Li dijî zalim û zordaran me bi ser bixe! Hesta têkoşerîya rizgarîxwazîya neteweyî biavêje dilê miletê me! Nehêle ev miletê kevinar di nava dest û lepên zaliman da ji holê were rakirin! Amîn û spasî ji bo Xwedayê Kurdistana rengîn!
TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ46,695 görüntüleme • 1 yıl önce

AGAHDARÎ📢 Piştî ahenga Newroza Bazîdê dîmenên ahengê di medya civakî da di demeka gelek kurt da gihêştin ber destê bi milyonan kesan. Ji ber deng û rengê neteweyî yê vê ahengê, Platforma Ciwanên Serbixwe di medya civakî da bi gelek êrişên kolonyalîstane û nijadperestane ra rûbirû ma. Bi hezaran kesan li ser platformên dîjîtal êriş kirin û ev êriş hê jî berdewam in. Em bi berdewamîpêdana helwesta xwe ya neteweyî van êrişên kolonyalîstane û nijadperestane mehkûm dikin û ji miletê xwe daxwaza piştgirîyê dikin ku dengê me di medya civakî da berbelav bikin. #EmHemuPCSne
TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ40,096 görüntüleme • 1 yıl önce

Dîmenên pêşîn ji Newroza Ehmedê Xanî li Bazîdê! Kurd, Kurdî, Kurdistan!
TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ38,819 görüntüleme • 1 yıl önce

📢PEYAMA ME YA LI NEWROZA NETEWEYÎ LI FARQÎN/MALABADÊ 🔴Peyama Neteweperwerîya Kurdî û Kurdistanî! 🔴"Êdî bi tu awayî nikarin me bi kirasekî dînî û çîrokên demokratîk jî bixapînin; eger bêjin Îslam, Îslama Kurdistanî heye li dijî Îslama kolonyalîst; eger bêjin sosyalîzm, sosyalîzma Kurdistanî heye li dijî sosyalîzma kolonyalîst; eger bêjin lîberalîzm, lîberalîzma Kurdistanî heye li dijî lîberalîzma kolonyalîst, eger bêjin demokrasî, demokrasîya Kurdistanî heye li dijî demokrasîya kolonyalîst! Yanî hûn êdî ji nava serê xwe heta binê pê xwe tazî û rût in, kirasekî ku hûn sextekarîya xwe pê binixumînin nemaye." #Vejin
TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ11,109 görüntüleme • 2 ay önce