
TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ
@PCSerbixwe • 6,286 subscribers
Xwedaperestî | Neteweperwerîya Kurdî-Kurdistanî | Azadîya Hemû Cudahîyan | Berxwedana Pasîf
Videos

📢JI NEWROZA NETEWEPERWERÎYA KURDÎ Û KURDISTANÎ YA LI MALABADÊ 🔴Wê şevê li wê derê peyrewên Şahê Xanî, Şêxê Nehrî, Şêx Seîd, Xalid Begê Cibirî, Seyîd Riza, Elîşêr Koçgirî, Dayîka Zerîfe, Şêx Hefîdê Silêmanî, Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî, Celadet Bedirxan, Leyla Qasim û hê gelek navên din ên vê meşa dîrokî ya neteweyî hazir û amade bûn! #Vejin
TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ40,706 次观看 • 6 个月前

📢 AGAHDARÎ 🔴Hevalên me yên Amedê ji bo amadekirina cihê nû yê Tevgera Vejînê Ya Kurdistanê tev bi hev ra dixebitin✊ 🔴Em ji cihê xwe yê niha bar dikin, navnîşana me ya nû ji Minareya Çarling wêdatir nêzikî Derîyê Nû ye: "Taxa Hasirli, Kolana Bardakçi 3, No 5, Daîre 11" #kurd #kurdî #kurdistan #vejîn #amed
TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ10,907 次观看 • 1 个月前

📣📣Dîmenên girtina çar hevalên me li ser medya Tirkan wek êrîşekî li dijî polêsan hatiye behs kirin û dîmenên wê demê ji alîyê wan ve hatine kişandin! Di dîmenan da dema ku polêsan êrîşê hevalên me kirine nekişandine! Îro dê li dadgeha Amedê bên darizandin! #kurd #kurdistan #vejin
TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ17,498 次观看 • 3 个月前

📢 DAXWAZA ME JI XWEDAYÊ KURDISTANÊ Bi Navê Xwedayê Kurdistanê Xwedêyo! Ji dozvanên me ra zanîn û xweragirîyê! Ji zanayên me ra berpirsyarîyê! Ji rewşenbîrên me ra nefsbiçûkîyê! Ji seydayên me ra neteweperwerîyê! Ji neteweperwerên me ra yekitîyê! Ji mezinên me ra rûmetê! Ji biçûkên me ra pakî û paqijîyê! Ji jinên me ra xwebawerî û resenîyê! Ji mêrên me ra xwebawerî û dadmendîyê! Ji xwendevanên me ra hişmendîyê! Ji mamosteyên me ra derdmendîyê! Ji bêdengîya me ra hewarê! Ji hewara me ra bersivdanê! Ji miletê me ra rizgarî û azadîyê! Bibexş ya Reb! Li ser rêbaza mamosteyê neteweyî Ehmedê Xanî me bigihîne hev! Li hemberî bişaftinê me biparêze! Me ji deng û rengê me yê resen neke ku te bi xwe bexşî me kirîye! Ji bo rizgarîya vî miletî pêwîstî bi çi hebe bi me bide zanîn û pêkanîn! Li dijî zalim û zordaran me bi ser bixe! Hesta têkoşerîya rizgarîxwazîya neteweyî biavêje dilê miletê me! Nehêle ev miletê kevinar di nava dest û lepên zaliman da ji holê were rakirin! Amîn û spasî ji bo Xwedayê Kurdistana rengîn!
TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ46,826 次观看 • 1 年前

Qazî Mihemed’in eşi, Kürt milletinin anası Dayîka Mîna: "Kürtlerin arzusu, Kürdistan’ın başarıya ulaşmasıdır. Benim dileğim tüm Kürtlerin başarıya ulaşmasıdır. Kadınıyla, erkeğiyle, çocuğuyla bütün Kürtler benim evlatlarımdır. Ben de kanımı Kürt milleti için, onun özgürlüğü uğruna vermek istiyorum…"
TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ17,580 次观看 • 5 个月前

AGAHDARÎ📢 Piştî ahenga Newroza Bazîdê dîmenên ahengê di medya civakî da di demeka gelek kurt da gihêştin ber destê bi milyonan kesan. Ji ber deng û rengê neteweyî yê vê ahengê, Platforma Ciwanên Serbixwe di medya civakî da bi gelek êrişên kolonyalîstane û nijadperestane ra rûbirû ma. Bi hezaran kesan li ser platformên dîjîtal êriş kirin û ev êriş hê jî berdewam in. Em bi berdewamîpêdana helwesta xwe ya neteweyî van êrişên kolonyalîstane û nijadperestane mehkûm dikin û ji miletê xwe daxwaza piştgirîyê dikin ku dengê me di medya civakî da berbelav bikin. #EmHemuPCSne
TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ40,138 次观看 • 1 年前