Video wird geladen...

Video konnte nicht geladen werden

Zur Startseite

Em wek hunermendên Rojava heta dawî..." Ha ji te re huner û hunermend!

17,257 Aufrufe • vor 2 Monaten •via X (Twitter)

0 Kommentare

Keine Kommentare verfügbar

Kommentare vom Original-Post werden hier angezeigt

Ähnliche Videos

AGAHDARÎ BO RAYA GİŞTÎ BI NAVÊ XWEDAYÊ KURDİSTANÊ Silav û rêz û xoşewîstî bo hemû gelê Kurdistanê! Me wek Platforma Ciwanên Serbixwe di 20ê Adarê da li Bazîdê bi rengekî neteweyî ahenga Newrozê gerand. Piştî Newrozê hêzên dewleta serdest li ser kesên ku beşdarî Newrozê bûne lêpirsîn dane despêkirin û kesên ku ji bajarên Agirîyê, Îdirê, Amedê, Rihayê, Mûşê, Mêrdînê, Colemêrgê, Erziromê, Erzînganê, Wanê, Stenbolê, Eskîşehîrê, Îzmîrê, Mêrsînê, Qeyserîyê, Osmanîyeyê, Gîresûnê, Manîsayê beşdarê Newrozê bûne yek bi yek gazî îfadedayînê dikin. Piştî Newrozê heta niha bi awayekî sîstematîk zexta psîkolojîk li ser malbatan û ciwanan dane destpêkirin. Yek ji wan jî hevalê me Ferîd Azad e ku ew ji mala wî û li ber çavên malbata wî hatiye desteserkirin û ji alîyê dadgeha Agirîyê ve biryara gitina wî hatiye dayîn û ev çar roje bi awayekî neheqî di girtîgeha Ewlekarîya bilind ya Amedê da ye. Hevalê me Ferîd Azad yek ji wan sondxwarê Kurdî ye û ji ber ku bi Kurdî xeber dide ji alîyê hêzên dewleta serwer ve bi zextek psîkolojîk re rûbirû maye! Sedema girtina hevalê me sirûda "Ey Reqîb" û slogana "Natewe natewe Kurdê hesin natewe" û "Kîne em? Kurdin em" û " Kurd, Kurdî, Kurdistan" hatiye nîşandan. Em wek Platforma Ciwanên Serbixwe radigîhînin ku hemû xebat û çalakîyên me di çarçoveyeka sivîl da dûrî şidetê li dor metoda "Berxwedana Pasîf" tê li dar xistin. Çalakîya me ya Newrozê jî di vê çarçoveyê da hatiye lidarxistin. Em tawanbarî û neheqîyên ku li ser miletê me tên kirin qebûl nakin û dubare helwesta xwe radigihînin ku em dê di helwesta xwe ya neteweyî da berdewam bin û ji bo vê jî li benda piştgirî û deng bilindkirina miletê xwe ne! Spas ji bo Xwedayê Kurdistanê û ji bo beşdaran. PLATFORMA CİWANÊN SERBİXWE

TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ

11,245 Aufrufe • vor 1 Jahr