Загрузка видео...

Не удалось загрузить видео

На главную

Îro li Wanê bi deh hezaran kes bûn yek deng. Em ê tu carî dev ji Rojava bernedin. Em spasiya gelê xwe dikin ji bo nîşandana hevgirtineke ewqas mezin. #RojavaXetaMaYaSore #BijîBerxwedanaRojava #JinJiyanAzadî #MurşitpınarSınırKapısıDerhalAçılsın Keskin Bayındır DEM Parti DBP Tevgera Jinên Azad DEM PARTİ WAN DBP WAN

14,490 просмотров • 5 месяцев назад •via X (Twitter)

Комментарии: 0

Нет доступных комментариев

Здесь появятся комментарии из оригинального поста

Похожие видео

Kurdî / عربي Îro em hazir bûn di merasîmê şehîd Salih Muslim (Bavê Welat) bi amadebûna Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk û şandeyek ji Partiya dem Partî ji Bakurê Kurdistanê bi tevlîbûna hejmareke mezin ji kesayetiyên bi nav û deng ên Kurd Ev beşdarbûna me dilsoziya bi şehîd û têkoşîna wî ji bo xizmetê gelê xwe de bû Xwîna şehîdan wê her dem wek emanet li ser milên me bimîne . berpirsiyariyeke exlaqî û neteweyî ye ji bo parastina gelê xwe û parastina nirx û destkeftiyên ku şehîdan canê xwe ji bo wan feda kirine. Xwedê rehma xwe li giyanê şehîd Salih Muslim bike, rûmet û jiyana her heyî ji bo hemû şehîdên me . شاركنا اليوم في مدينة كوباني مراسم تشييع الشهيد صالح مسلم (بافي ولات)، وذلك بحضور القائد العام لقوات سوريا الديمقراطية ووفد من حزب المساواة وديمقراطية الشعوب (DEM-Partî) من باكور كردستان، إلى جانب عدد كبير من الشخصيات الكردستانية المعروفة. وقد كان هذا الحضور تعبيراً صادقاً عن الوفاء لتضحيات الشهيد وتقديراً لمسيرته النضالية في خدمة شعبه. إن دماء الشهداء ستبقى أمانة في أعناقنا، ومسؤولية أخلاقية ووطنية تدفعنا لمواصلة العمل بروح الانضباط والإخلاص، من أجل حماية شعبنا وصون القيم والمبادئ التي ضحّى من أجلها الشهداء. الرحمة والخلود للشهيد صالح مسلم، والمجد والوفاء لجميع شهدائنا الأبرار.

Mehmûd Xelîl Elî (Siyamend Efrîn)

20,004 просмотров • 4 месяцев назад

AGAHDARÎ BO RAYA GİŞTÎ BI NAVÊ XWEDAYÊ KURDİSTANÊ Silav û rêz û xoşewîstî bo hemû gelê Kurdistanê! Me wek Platforma Ciwanên Serbixwe di 20ê Adarê da li Bazîdê bi rengekî neteweyî ahenga Newrozê gerand. Piştî Newrozê hêzên dewleta serdest li ser kesên ku beşdarî Newrozê bûne lêpirsîn dane despêkirin û kesên ku ji bajarên Agirîyê, Îdirê, Amedê, Rihayê, Mûşê, Mêrdînê, Colemêrgê, Erziromê, Erzînganê, Wanê, Stenbolê, Eskîşehîrê, Îzmîrê, Mêrsînê, Qeyserîyê, Osmanîyeyê, Gîresûnê, Manîsayê beşdarê Newrozê bûne yek bi yek gazî îfadedayînê dikin. Piştî Newrozê heta niha bi awayekî sîstematîk zexta psîkolojîk li ser malbatan û ciwanan dane destpêkirin. Yek ji wan jî hevalê me Ferîd Azad e ku ew ji mala wî û li ber çavên malbata wî hatiye desteserkirin û ji alîyê dadgeha Agirîyê ve biryara gitina wî hatiye dayîn û ev çar roje bi awayekî neheqî di girtîgeha Ewlekarîya bilind ya Amedê da ye. Hevalê me Ferîd Azad yek ji wan sondxwarê Kurdî ye û ji ber ku bi Kurdî xeber dide ji alîyê hêzên dewleta serwer ve bi zextek psîkolojîk re rûbirû maye! Sedema girtina hevalê me sirûda "Ey Reqîb" û slogana "Natewe natewe Kurdê hesin natewe" û "Kîne em? Kurdin em" û " Kurd, Kurdî, Kurdistan" hatiye nîşandan. Em wek Platforma Ciwanên Serbixwe radigîhînin ku hemû xebat û çalakîyên me di çarçoveyeka sivîl da dûrî şidetê li dor metoda "Berxwedana Pasîf" tê li dar xistin. Çalakîya me ya Newrozê jî di vê çarçoveyê da hatiye lidarxistin. Em tawanbarî û neheqîyên ku li ser miletê me tên kirin qebûl nakin û dubare helwesta xwe radigihînin ku em dê di helwesta xwe ya neteweyî da berdewam bin û ji bo vê jî li benda piştgirî û deng bilindkirina miletê xwe ne! Spas ji bo Xwedayê Kurdistanê û ji bo beşdaran. PLATFORMA CİWANÊN SERBİXWE

TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ

11,245 просмотров • 1 год назад

📢PEYAMA ME YA LI SER ROL Û BERPIRSYARÎYA JINÊN KURD DI DOZA NETEWEYÎ DA Bi Navê Xwedayê Kurdistanê Silav û rêz ji bo hemû gelê Kurdistanê û bi taybetî ji bo jinên Kurd! Em wek jinên Kurd îro li ber gora Ehmedê Xanî mîsyona xwe radigihînin ku ev mîsyon pêşengîya neteweperwerîya Kurdî ye. Îro li Kurdistanê rêya azadîya jina Kurd jî tenê li ser bingeheka neteweperwer mimkin e. Ji Zerîfe Koçgirî heta Leyla Qasim bi sedan jinên Kurd ên têkoşer bi armanca azadîya vî milet û welatî di gel mêrên têkoşer ên Kurd di nava berxwedan û têkoşanê da bûne. Îro jî divê jina Kurd bi hişmendîyeka neteweyî di nava xebatên doza neteweyî da aktîv be û her wisa hewil bide ku rê li ber hemû manîpilasyonên dij-neteweperwer ên li ser navê azadîya jinan jî bigire. Di gel hewildana guherandina rol û pozîsyona jina Kurd a di nava civaka Kurd da, armanca me ya serekî têkoşana ji bo rizgarîya vî milet û welatî ye ji bindestîyê. Li welatekî bindest ne mimkin e ku em behsa azadîyeka razber bikin li ser navê jinan! Heta niha bi hezaran jinên Kurd hatine kuştin li ser navê Kurd û Kurdistanê. Ne mimkin e ku em nasnameya xwe ya jinbûnê bikin pêşîya nasnameya xwe ya neteweyî! Çimkî ev du nasnameyên alternatîv nîn in. Em wek jinên Kurd û Kurdistanî hene û divê tekoşana me li ser van esasan be! Tu car li ser navê azadîya jinan em nikarin bi jinên serdestan ra bibin yek ger welatê me bindest be. Ev bi tena serê xwe jî dide der ku azadîya jinan têkildar e bi realîteya milet û welatekî ra. Li welatên cuda jinên ji neteweyên bindest jî têkoşana xwe li dor gotarên neteweperwerîyê bi rê ve birine û bi ser ketine û her wisa bi wê serketinê rol û pozîsyona wan a civakî û sîyasî û aborî û hwd jî guherîye. Ey jina Kurd bizanibe ku azadîya te jî têkildar e bi azadîya ziman û milet û welatê te. Îro em wek jinên Kurd vê berpirsyarîya dîrokî ya têkoşana rizgarîya neteweyî hildidine ser milê xwe û bi xebata di nava vê dozê da rê li ber azadîya xwe û miletê xwe vedikin. Bi vê hişmendîyê em dibêjin Newroz li hemû gelê Kurdistanê pîroz be. Bijî jina Kurd, bijî Kurd û bijî Kurdistan!

Platforma Ciwanên Serbixwe

31,991 просмотров • 1 год назад