Загрузка видео...
Не удалось загрузить видео
Ji bo civata Kurdî…
2,904,833 просмотров • 4 месяцев назад •via X (Twitter)
Комментарии: 32

Kurdino,merdino,canik camêrno Rewşenbîrno,hunermendno,bîrbir û rûsipîno ji kerema xwe vehewin û di heqiya me de rûnin. Navê min Mem e û şexşekî ji civata Kurdî me Kurê Xelîlê Kulî û Fatêya Hecî me Di navbera her du Feratan de, li ber xwêdana dayik û bavê xwe, li bejahiya Dêrika Çiyayê Mazî weke dareke zeytûnê şîn hatî me Ez im qulingekî ji refê xwe qetiyayî, ez im cotek basken êşiyayî , di xewna helbestvanekî de asê mayî me Ji xeynî gotina min û sazê min tu çeka min nîne Ez im Soran û Zaza û Kelhor û Lor , lê gotinên min bi Kurmancî ne Ba fîziya,bahoz rabû, erd hejiya û agir bi erdê ket, lê hîn jî rehên min bi axa welatê min ve şidandî ne. Ne dijberê tu partî û hizbê kurdî me û kî ji bo kurdan du keviran deyne ser hev, bi soz û peyman ez pişgir û piştmêrî me Lê divê ev jî bê zanîn ne xulamê bavê tu kesî me Ey canik û camêrno ezê ta bi derzîyê vekim îşev dizanim xêrxwaz û xêrnexwaz tev li me guhdarî ne Weke zarokekî 5 salî yê sola xwe çep xistîye pê dilê min di destê min de ye û hemû gotinên min samîmî ne Evan necamêrên didin xebera ji we re dibêjim,gotina qenc jî û ya xerab jî ewilî ya xwedîyê xwe ye û herkes li gorî şîrê xwe diaxivin û pênç quriş qîmeta peyva we nîne Şêxo @sexofilikk keko brao ka were şahidîyê bike serê sê mehan em çawa bi rica û bergerandin dixwazin bêyî dilmayîn ji vê meselyê re çareyekê bibînin Lê van camêran tu pela naxwînin û avê berjor diajon û serî li me digerînin Ka bêje keko haya te ji hemû hurgulîyan heye û dema mersele dibe kurdek an jî saziyek kurdî ji bo bêhemdî ji tehda me li kesî neyê em çawa gotinên xwe dibijêrin û diwezinînin Lê sebir jî sînorekî wê heye, û van camêrana tu pelan naxwînin Ey Canik û Camêrno, Nayê bîra we dema hun ketin tengasîyê kî bi gaziya we ve hat, Dema qayûman dest danî ser her tiştî kî li rex we sekinî, lê ez êdî dizanim li ba we qet xatirê kedê nîne. Çend bernameyên we yên em bi dilsozî dihatin û heta gelek caran heta bi heqê rêya xwe û heqê muzîjenê xwe jî min didan, lewma we tu sozê xwe bi cîh nedianîne Lê dîsa jî min digot ev şaşiya şexsan e ,ne ya saziyan e Piştre we gazî min dikir ji bo pîne bikin û we digot “yaw arqaaşlar bî yanişlix yapmiş” û piştre arqaaşên nû neheqî yanişlixên xirabtir dikirin û piştre hinek din dihat û piştre hinekî din û hinekî din û heman şaşî û neheqî û çavsorî berdwam dikir, Erê ew arqaaş şîrê spî ne, lê ez qebhetî me? Weleh we sebra min ya ji bahrê qedand homa qebûl neke, ka çi derdê we bi min re heye, çi keda we di min de heye, çi deynê we li min e ji kerema xwe bavêjin dawa min û tevahîya raya giştî re ragihînin Ey kom muzîk @kommuzik û Erdal Avcî kengî min tiştek bigota we digot ‘bizde halqimizla paylaşiriz” fermo halqimiz jî li vir e raya giştî jî li vir e ka hemû kevirên dawa xwe dawşînin Dibêjin Strana li ser êşên me dibêje û peran qezenc dike Hey pere serê we bixwe , Zana Zanayê min e,derd derdê min e, êş êşa min e, hey xwelîserno hun serhevdîya êşa min didin serê min bi xwedê hun xurifî ne Madem êş êşa we bû ka hun jî du gotina û hêsran li hev biedilînin û bila hemû çepik û pere ji we re be ma kê bi destê we girtî ne Bi hezaran Zana hene,bi hezaran Taybet hene, bi hezaran Cemîle De fermo hun jî bêjin bila dinya û alem bibîne Mûsa ji Firewn re got tu qîmeta gotina te û qanûnên te nîne Lewma ji bo maneyek gotinê hebe divê ewîlî xwediyê gotinê qanûnên xwe pêk bîne û îmanê bi gotina xwe bîne. Ev 12 sal in bêyî kû bi qasî serê derzîyê kedekê bidin we hemû hatinên keda min desteser kir Ê ka demokrasi,ka mafê mirovan,ka ked û kedkarî Ka bêje ma ev kedxurî û zulm nîne? Ka rêziknameya we çibû, pîvanên we çi bû ji kerema xwe re vekin û bixwînin. Ji bo bibim bira û rêheval min xwe li we girt û li hemberî we bi qasî zarokekî 5 salî bê çek û bêparastin bûm Lê we ji xwe re textek çêkir weke yê zordestên xwe, xuya ye em xulamin,bi xwedê hun jî êdî efendîne.

Hemû stran derdên min in, hemû mesrefên albûman jî bi wê xizaniyê min bi xwe da û di serde jî we heqê çapê jî ji min stand, û tev li hemû van neheqiyan jî min deng nekir lê di ser de ji hun qayîl nînin Bûkê ne zar û ziman e, xwesûyê ne bext û ûcdan e Ma 12 sal bes nîne? Ez dibihîzim ku hun hunermendbûna min naecibînin , Û xuya ye li cem we ez hunermendekî maqûl nînim Madem wisaye hun şerm nakin her meh heqê keda min distînin Yên bixwazin fêkî bixwin divê xatirekî bidin darê, Divê giha û firêza li dorê hilkişîne û di kelkela havînê de mistek av jêre bîne Dema fêkîyê wê jêkir jî qet nebe du gotinên xweş li hev biedilîne Lê we da xeberan û zextan û we gulîyê darê şikand ka bêje kîjan ûcdan vê hiltîne. Derî û pacêyên min î ji şûşeyê, yê ji bo we heta dawiyê vekirîbûn êdî şîkestîne We bi pêlavên gemarî pêlî kulavên min kir û we bawerî û şûşeya dilê min şikand, Mizgîni li we be,derîyê paceyên min êdî ji pola ne û heta dawîyê êdî ji we re girtî ne

Yorumlara bakın İsmi ve resmi açık, Kürt toplumuna katkı sağlayan ne kadar insan varsa Mem'i destekliyor İsmi resmi gizli, kim olduğu bile belli olmayan ne kadar sahte hesap varsa Mem'e karşı yorum yazmış. Kendilerini gizliyorlar çünkü kirliler. Çünkü yüzleri yok karaktersizler

Mem Ararat ve yüzlerce Kürt müzisyenin eselerlerini KCK'nin silahlı gücünü arkasına alarak imza zoruyla gasp eden Erdal Şimşek:

Wek Mahsun Kırmızıgül dinêrî û wek wî demogojî dikî. Zana jî andok ne yê te ye yê vî geliye. Der û pencerê xwe baş bigire memo. Ev gel yê te rezîl bike. Sittir be here

Te Qral şilf û tazî kir! Her hebî em hamû bi terene Memê me!

Ez dilê te û çavên te maçî dikim. Tu pêşî gula Mêrdînê yi lê di esasê xwe de tu hunermendê Kurd û Kurdistanê yî. Tu ne bi tenê yi 💐❤️🙏

Bidê bila dengê te here glîdaxê. Ev çete ne tenê kedxwêr e, kûtxwêr e jî. Li ser keda xelkê me yê belangaz bûne çete ser serê me de. Bi van re li her hêlê têkoşîn divê.

Axirê tu teslîmî wan nebûyî, helal be ji te ra! Kanê hunermendên wiha wêrek û hişmend?! Hunera we heta kengê dê di xizmeta fetîşîzm û despotîzma wan da be? Bi gotineka patrîarkal wile tu mêr î:)) û qeşeng jî derketîyî ha:)

Yên heqê hunermendên kurd dixwin ew heq axû be li canê wan tev bigere. Yên bi nirxên. kurd bêrîka xwe tijî dikin i paşê jî xiyanetê li gelê kurd dikin 7 bav xêrê ji xwe û neviyên xwe nebinin. Ewên ku her kesê ku rexne û nerazibûnê xwi tinin ziman re dibêjin xayin. Tu serbilind be kekê hêja @memararat_official, gel her tiştî dibîne û her kesî jî baş nas dike.

Navbera te u kom muzîkê çi heye em nizanin. Tu niheqî an ew zexta te dikin. Lê êdî em baş dizanin tu ne camêrî. Te da pey şopa Nizamedîn Ariç. Wek guhdarvanekî muzîka Kurdî dibêjim Heyran nêzîkî xwedê u durî me Tu bi qurbana kêl u kevrê Zana u Andok bî

Axirê tu teslîmî wan nebûyî, helal be ji te ra!

“Ji berê da ne tu hîzb û partîyê me û ne xulamê tu kesî me” ji xwe, ew hevoka te ji serê heta binê rezîl e partî partîya şehîda ye, ew ji bo te şehîd dibe, tu ji bo wî bibî xulam qey tiştekî pir zêde ye an jî tiştekî nebaş e ku tu wîsa dibêjî ? @ararattmem şerm û rûreşiya birêz

jimere çîroka nebêje mem ararat civaka kurd li rojava li bakur li başur li rojhilat ewqas êş u zehmetî kişand me rojekê te ne dît te peyamek da te nirxandinek kir bibore em wê derfetê nadine te tu xwe li ser keda vê civakê u van lehenga bide jîyan kirin nirxandinek vala☺️

Tu bi saya "Roboski Müzesi Girişimi" hati naskirin. Bi strana Cemile, Taybet û Zana Andok di dilê gel de gihîştî astekî. Yê nizanibe dê bêje qey ji birçîna miriyî... Hunermendên me yê din çi bikin? Rotinda, Comert, Xelil Xemgîn hwd. Çiqas xwe mafdar dibînî... Heyf.

Hunermendê Kurdan ev in. Ev na bi dilê xwe,dengê xwe u canê xwe ji bo gel u welatê xwe ked dan. Tu jî pey çend qurişa ketiye. Meriv hinek fedî dike. Qey şerm nakî Hezar caran heyf

Em piştgirîya hunermendên wiha hişmend û wêrek bikin, yek RTyek, yek şiroveyek, yek laykek jî ji bo wan hêz û motîvasyon e. Van tiştan biçûk nebînin, hêza medya civakî piştguh nekin.

@Diyar_kurdi2 Her bijî ji te re. Li ber zordestî û zilmê bê deng nemîne. Em Kurd bi te re ne.

Mem Ararat ne bi tenê ye.

@RohatDem58289 Sihet weş! Texsîr meke. Ro keda xwu wayîr vecî. Ez huner û kurdewarîya to teqdîr kena. Vatişê xêrnexwazan panc qurîşî nêkenê.

Em ji te gelek hez dikin û emê her tim ji te hez bikin kê dibêje çi bila bêje tu kes nikare hez kirina Mem Ararat ji dilê me derxîne tu her bijî Xwedê te biparêze Mem✨🙏🙏

Kek Mem, tu dizanî êrişê N. Ariç jî kirin. Ez nizanim gelo ka te piştgirî da wî yan na? Divê di roja teng da meriv sekna xwe nîşan bide. Bêdengî ji merivan ra mirine. Ez êrişa li ser te û hunermendên kurd şermezar dikim, lê dive hunermend jî bibin alikarê hev. Serkeftin...

Tu li ber dilê me bi qedr û qîmet e💯☘️🌄💐

Sen bizim içib 2022 yılında Amed Newrozuna bittin “Newroz siyasi bir organizasyondur, siyasi organizasyonlara katılmıyorum” dediğin zaman bittin .

Em li gel tene kak lêxe bila deng biçe glîdaxê îro roj a xîret û rastîyê ye ev çete di her alîyê de Kurda dorbeç kirîye û li ser ked û xwîn a Kurda dilîzin direqisin û difroşin wî milleta belengaz ji xwere kirin e xûlam li ser pişt a van runîştîne

Her bijî mamoste! Zarokên min stranên te mezin dibin, bila şûşa dilê te neyê şikestin, tu her hebî, ronîya çevên me yî. Her dem bila bîra te de be, em ne tene ne, em 50 mîlyon kesekin.👏❤️🧿

Di axaftina te da sekn nîne. Gazin heye. Sekna herî xweş ya N. Ariç e. Nizanim gelo ka piştgiriya te ji N. Ariç ra büye, heye yan na? Pirs e.

@Araratmemm Tu bi qurbana pêlava Huner û hunermenda bî. Hunermend ewe ku di got”qelendê welat ne erzane” Bazara xwe bike qeşmer fîyeta te çixase qasê fîyata xwe bi axife!

Tu bı zımanê Kürda dijmin ê Kürda dıdi. Dılê te 5 pere ye, dılê te keftar e, Gel ê Kürd puç buniya te dibine, tu puç i #pararat

Êrîşên li ser hunermendê me #MemArarat nîşaneya tehemûlsiziyê ye. Çand û hunera Kurdî bi destê Kurdên sîstemparêz tê qedexekirin. Em ê li dijî her zextê dengê xwe hîn bilindtir bikin! ☀️🎵 #ZimanêKurdî

Mirov rexne dike u mafê xwe diparêze raste lê mirov tu caran ji rêxistin u civaka xwe narevin! Kek Mem ev sekna te baş nîne dibe tu pirsgrekan bi başi çareser bike neğeyîde. Tu wisa tevbigere gelê kurd te naecibine ! Hevî dikim tu xwe sererast bike ! Serkeftin

Evan ku tu ji wan xeberdidî bi Kurdî nizanin ewê çawa ji te fêhm bikin

