Загрузка видео...

Не удалось загрузить видео

На главную

Lorî Lorî...

14,232 просмотров • 1 год назад •via X (Twitter)

Комментарии: 0

Нет доступных комментариев

Здесь появятся комментарии из оригинального поста

Похожие видео

Ji Fermandarên YPJ’ê Bêrîtan Qamîşlo: Emê Jinên Dêrezorê Biparêzin #YPJ Fermandara YPJ’ê Bêrîtan Qamîşlo di derbarê rûdan û pêşketinên li Sûriyê bi taybet jî pêşketinên li Dêrezorê nêrînên xwe parve kir. Bêrîtan Qamîşlo diyar kir: “Sûriyê yek ji qadên ku gelek lîstok li ser têne dimeşin. Şerên di navbera hêzên çekdar bi rejîma Suriyê re, destwerdana hêzên biyanî û Tirkiyê di nav Sûriyê de krîzên giran da jiyandin. Bajarê Helebê di demeke kurt de hate girtin. Hêzên Çete bi alîkariya Tirkiyê li Sûriyê tev digerin û bi lez gelek navçe û bajar xistin destên xwe. Di van kêliyan de ber bi Humsê ve diçin. Pevçûn ji hêla hêzên derve tê meşandin. Niha li Sûriyê Îran, Rûsya û Tirkiye destên wan di nav vê rewşê de heye. Ne ku hêzên çete zora rejîmê birin, mûdaxele ji derve çêbûye.” Fermandara YPJ Bêrîtan Qamîşlo di derbarê girîngiya erka hêzên ewlekariyê jî da zanîn ku “Erka me ewe ku em gelê xwe biparêzin. Gelên Sûriyê êş, koçberî û zoriyên zêde jiyan kir. Em naxwazin gelê me careke din vê bijî. Em wek QSD, YPJ û YPG dixwazin gelê xwe biparêzin ji bo ku gelê me di tu qadê de nekeve jêr desthilatdariya hêzên din. Ev çi desthilatdariya hêzên derve be, çi jî yên ku di bin navê ol de xwe binav dikin.” Fermandara YPJ’ê Bêrîtan Qamîlşo diyar kir ku “Çeteyan dehf didin ku li Sûriyê pevçûnan pêk bînin. Li beramberî vê emê gelê xwe li her derê biparêzin. Em li tevahiya Sûriyê dixwazin gelê xwe biparêzin. Îro li bakur-rojhilatê Sûriyê jî pêwîstî heye em parastinê bikin û nehêlin ku bikeve destên desthilatdaran. Wek hemû hêza xwe seferber kiriye ku em parastina gel bikin.” Girêdayî rewşa li Dêrezorê Bêrîtan Qamîşlo got: “Li Dêrezorê ji ber şerên demên borî pir cih wêran bûne. Em naxwazin careke din dest dirêjî vê civakê, rûmet û çanda civakê bibe. Me wek hêza YPJ, QSD, Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê li van deran erka parastinê daye ser milên xwe. Gel bixwe daxwaz kir ku ji vê rewşa metirsîdar were xilaskirin. Me li gor bangewazî û daxwaziya gel xwe gihande herêmên Dêrezorê ku em berê tê de nebûn û xeteriya çeteyan li ser hebû. Em li bermaberî her cure êrîşan amade ne.” Fermandara YPJ Bêrîtan Qamîşlo herî dawî diyar kir ku “Wek YPJ ji bo ku jin û dayîkên di nav civakê de li Dêrezorê rastê destdirêjiyan neyên, em wan biparêzin. Hemû hewldana me ji bo vê yekê ye.” NAVENDA RAGIHANDINA YPJ 2024-12-07

YPJ ROJAVA

16,718 просмотров • 1 год назад

Şandeyek Parlementerên Katalonî Serdana YPJ’ê Kirin Şandeyek parlementerên Katalonî ji bo piştevaniya berxwedaniya gelê Rojava serdana xwe ya li herêmê didomînin. Di vê çarçoveyê de şandeya Parlementerên Katalonî li Biryargeha Navenda Parastina Jin serdana YPJ’ê kirin. Parlamenterê Katalonya Robin Wagnsberg, parlamenter û seroka Partiya Yekîtiya Gel Carles Albert; bi Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn û berdevka YPJ’ê Ruksen Mihemed, Endamên Konseya Leşkerî yên YPJ'ê Avînar Dêrik û Destîna Heleb re li ser gêşedanên dawî nirxandin. Di rûniştina şandeya Katalon û Fermandarên YPJ’ê de, bi taybet metirsiyên li ser Şoreşa Jin a Rojava hate nîqaş kirin. Li gel vê bi hilweşandina desthilata rejîma Baas re, hêzên cîhadîst ên ku berê xwe dan herêmê serweriya xwe hîn zêdetir dikin, wê di pêşeroja avakirina pergala rêvebirina Sûrî de bandorek çawa bikin, hatin nirxandin. Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn, li hemberî êrîşên dagirkeriyê berxwedaniya ku tê raberkirin weke demeke dîrokî û diyar kirina çarenûsa gelê herêmê nirxand û wiha dewamkir; “Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzayn kirin, ji ber wê jî gelek destwerdan bi taybet li ser Sûrî jî hene. Hêzên paramîlîter û komên çete di dizayn kirina herêmê de tên bikaranîn. Ev jî di warê ewlehiya herêmê, pêşeroja civak û jinan de xeteriyên gelek mezin ava dike. Weke YPJ armanc û erka me ewe ku em jinan û civakan ji van xeteriyan biparêzin. Êrîşên ku li ser jinan tên kirin tê wateya tunekirina civakê. Mînak di kabîneya hukûmeta Şamê ya nû tê avakirin de, cihê jinan nîne. Bi taybetî jî bi êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêma Bakûr-Rojhilatê Sûrî re ji nûve zindîbûna DAIŞ’ê jî dikeve rojevê. Ji ber ku şaneyên DAIŞ’ê di demên wiha de derfetê xwe rêxistin kirinê dibînin. Ev yek jî ji bo tevahî cîhanê xeteriyeke nû ava dike.” Parlementer û serokê yekîtiya gel Carles Albert da diyar kirin ku weke gelê Katalon ew piştgirî didin doza mafdar a gelê Rojava. Albert balkişande ser metirsiya li ser destkeftiyên Şoreşa Rojava û wiha got: “Pêwîste raya giştî li hemberî êrîşên dagirkeriya li ser Rojava baldar bin û rabin ser piyan. Pergala Rêveberiya Xweser ji bo gelê Kurd, Ereb û tevahî herêma Rojhilata Navîn projeyeke girînge. Ev pergal di heman demê de ji bo tevahî cîhanê jî hewce ye.” Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn li ser navê tevahî hêza YPJ û bi taybet jî şervanên ku di eniyên berxwedanê li dijî êrîşên komên cîhadîst û dewleta Tirk a dagirker şer dikin, spasiya gelê Katalon kir û da diyarkirin ku di pêvajoyeke wiha xeter û girîng de, dilsoziya jin û gelên Katalonya ji bo berxwedana Rojava û piştgiriya wan cihê şanaziyê ye.

YPJ ROJAVA

36,591 просмотров • 1 год назад

Sanashaikh Subscribers special 🔥
0:21

Sensitive content

Sanashaikh Subscribers special 🔥

Vijay

19,302 просмотров • 4 дней назад