Video wird geladen...

Video konnte nicht geladen werden

Zur Startseite

Nalînek tê guhê min, lê winda û nihan e Agir berda dilê min, tev bû pêt û dixan e Barek da ser milê min lê barekî giran e Dane ser hev kulên min, hemî derd û bela ne Helbest: Cegerxwîn Xwendin: Serhado

11,743 Aufrufe • vor 1 Jahr •via X (Twitter)

0 Kommentare

Keine Kommentare verfügbar

Kommentare vom Original-Post werden hier angezeigt

Ähnliche Videos

Di zaroktîya me de li dibistanan Kurdî tune bû. Me perwerdehîya bi Kurdî nedît. Muelimên me bi Kurdî nedipeyivîn û qet behsa Kurdan nedikirin. Digel dema me dest bi dibistanê kir me tirkî nedizanibû, lê ziman yekser tirkî bû. Li dibistanan alaya tirkan bilind bû û dîroka tirkan dihat jiberkirin. Di wan salên herî dilpak de, em fêrî navê mezin û siltanên tirkan dibûn. Di radyo û televizyonan de jî Kurdî tune bû. Kurdî tenê zimanê bantên sitranan û yek du televizyonên li ser satelaytê bû. Ew jî her kes bi wan nedihesîya. Di televizyonan de fîlmên Tarkan, Kara Mûrat, Malkoçoğlu, Battal Gazî û her wekî din dihatin nîşandan. Mêjîyê nifşên berê, bi milyonan, bi çîrokên derewîn yên tirkan dihat herimandin. Lê dîjîtalîzebûna dinyayê dîwar hilweşandin. Êdî pêşîlibergirtina Kurdî ne pêkan bû. Salên 2000î wek salên mîlenyûmê dihat binavkirin. Niha li hinek dibistanan (çiqas hindik bin jî) mamostayên Kurdî zarokên Kurd fêrî xwendin û nivîsîna Kurdî dikin. Dersa edebîyat û dîroka Kurdan didin, navê zana û mezinên Kurdan bi zarokan didin naskirin. Ev derfeteke zêrîn e. Dema min ev dîmenê mamosta Mîr Mihemed dît, ez pir hestyar bûm. Em ji çanda "giyayê hewşê tehl e" tên. Mîna Rehmî Hekarî digot, Kurd bi giştî "Ji biyanîyan re gelek nazik, ji xweyan re çi dijwar in". Em ne hînbûyê pîrozkirin û pesindanê ne. Ne li bendê ne jî. Dizanin, çi cara ji bo miletê xwe em kevirekî nû deynin ser yekî, wê hezar rikûberî û hesûdî derkeve hember. Em û trajedîya me li alîyekî, bilindkirina navê mezinên me yên sedsalan, pîroz e. Mamosta Mîr Mihemed bi helwesta xwebûn û hezkirina navxweyî şoreşeke mezin dike. Di ser îdeolojî û partîyan re, hêvîya hezkirin û hevgirtinê geş dike. Em dibînin yan na, lê wê sibêroja miletê me ronak û rewneq be.

Necat Zanyar

15,053 Aufrufe • vor 1 Jahr