正在加载视频...

视频加载失败

Navê vê bi Kurdî çi ye?

25,566 次观看 • 10 个月前 •via X (Twitter)

0 条评论

暂无评论

原始帖子的评论将显示在这里

相关视频

📢DAXUYANÎYA ME YA ROJA NEWROZÊ Bi Navê Xwedayê Kurdistanê Silav û rêz û xoşewîstî bo hemû gelê Kurdistanê! Miletê Kurd îro di qonaxeka dîrokî da ye ji bo dîyarkirina siberoja xwe ya civakî-sîyasî. Îro di qada têkoşana rizgarîya neteweyî ya miletê Kurd da valahîyeka mezin peyda bûye û ev milet bi hemû hebûna xwe li hêvîya nûnerê xwe yê heqîqî ye ku doza neteweyî bi rêk bixe û bi rê ve bibe. Ji bo pêkanîna vê mîsyona mezin, pêwîstî bi biryareka stratejîk a dîrokî heye û me ew biryara stratejîk daye. Realîteya vî milet û welatê bindest û dabeşkirî bi awayekî eşkere Neteweperwerîya Kurdî li ser her takekesekî vî miletî ferz dike ji bo pêkanîna rizgarîya neteweyî. Divê her Kurdek xwe bi hişmendîya Neteweperwerîya Kurdî bi rêk bixe û beşdarî doza neteweyî bibe. Ev doz dê li ser destê van ciwanên dilsoz, bi piştgirîya Xwedayê Kurdistanê û miletê Kurd xwe derbixe û li hemû Kurdistanê berbelav bibe. Armanca me bi gerandina vê ahenga Newrozê, geşkirin û gurrkirin û bihêzkirina hest û hizir û hişmendîya neteweyî ye. Îro hewildana me ew e ku em îradeyeka pêşeng a neteweyî bi rêk bixin û rêbazeka nû ya neteweyî bidine ber ciwanên xwe û miletê xwe. Em bi vê meşa xwe û bi bilindkirina ala rengîn û bi hilkirina van meşaleyan radigihînin ku Neteweperwerîya Kurdî ranaweste û yek rêyeka rizgarîyê heye bo vî miletî ku ew jî Neteweperwerîya Kurdî ye. Rêbaza serekî ya siberoja vî miletî li hemû Kurdistanê dê Neteweperwerîya Kurdî be, meşa dîrokî berê xwe daye wê derê! Li ser vê bingehê û bi vê wateyê Newroz li hemû gelê Kurdistanê pîroz be. Bijî Kurd û bijî Kurdistan!

Platforma Ciwanên Serbixwe

17,172 次观看 • 1 年前