
Xwe Kurdî
@XweKurdi • 3,517 subscribers
Em Kurdî Hîn Dibin.
Videos

KURO ÇIMA NAVA TIRKA DA MÊREK TUNE BÛ? Rojekê dengbêj Şakiro li Îzmîrê diçe cem hevalekî xwe yê ku dikana wî heye. Şakiro û hevalê xwe va li dikanê rûdinên, tirkekî hevalê hevalê Şakiro tê. Hinekî xeber didin, hevalê hevalê Şakiro, ji hevalê xwe dipirse: “Ev hevala kî ye, tu çima me hev nadî naskirinê?” Hevalê Şakiro dibêje: “Eva dengbêj Şakiro ye, cem me gelekî bi nav û deng e.” Hevalê wî dipirse: “Çi qasî bi nav û deng e?” Hevalê Şakiro dibêje: “Bi qasî Zekî Murenê we bi nav û deng e. Hê zêde ye lê ne kêm e.” Wexta ew usa dibêje, Şakiro reng lê diçe, soromoro dibe, lê bidî [li ber] mêvan dengê xwe nake. Ça ku mêvan diçe, Şakiro dibêje: "Kuro çima nava tirka da mêrek tune bû, te got bi qasî Zekî Muren bi nav deng e?"
Xwe Kurdî14,931 просмотров • 1 месяц назад
Больше нет контента для загрузки