Video wird geladen...

Video konnte nicht geladen werden

Zur Startseite

Jana ne tenê bindestiye, em bindestê dijminekîne kû tu mirovatî li dev nîne… #Rojhilat #Kolber

30,690 Aufrufe • vor 3 Jahren •via X (Twitter)

5 Kommentare

Profilbild von NAİL SAĞIR.
NAİL SAĞIR.vor 3 Jahren

Dengê me naçe hevûdu! Cîhan temaşevane,me dibîne! Cîhan keere kore û lale. Nahletbe.

Profilbild von V🐞Atasoy
V🐞Atasoyvor 3 Jahren

Nizanim ev der li ku ye Zarok li her derê bindest in

Profilbild von Hikmet POLAT
Hikmet POLATvor 3 Jahren

Sadece filimlerde oluyor zannediyordum meğer gerçekmiş

Profilbild von Neçirvan
Neçirvanvor 3 Jahren

Sehr traurig 😢 leider, aber was sollen dir machen, wenn mann keine andere möglichkeit hat

Profilbild von med. Sena Şefîq ☀️
med. Sena Şefîq ☀️vor 3 Jahren

Leider lassen die gescheiterten und Chauvinist Regimen in unserer Region den Menschen keine andere Alternative zum Leben als diese tragisches Leben haben…

Ähnliche Videos

📢PEYAMA ME YA LI SER ROL Û BERPIRSYARÎYA JINÊN KURD DI DOZA NETEWEYÎ DA Bi Navê Xwedayê Kurdistanê Silav û rêz ji bo hemû gelê Kurdistanê û bi taybetî ji bo jinên Kurd! Em wek jinên Kurd îro li ber gora Ehmedê Xanî mîsyona xwe radigihînin ku ev mîsyon pêşengîya neteweperwerîya Kurdî ye. Îro li Kurdistanê rêya azadîya jina Kurd jî tenê li ser bingeheka neteweperwer mimkin e. Ji Zerîfe Koçgirî heta Leyla Qasim bi sedan jinên Kurd ên têkoşer bi armanca azadîya vî milet û welatî di gel mêrên têkoşer ên Kurd di nava berxwedan û têkoşanê da bûne. Îro jî divê jina Kurd bi hişmendîyeka neteweyî di nava xebatên doza neteweyî da aktîv be û her wisa hewil bide ku rê li ber hemû manîpilasyonên dij-neteweperwer ên li ser navê azadîya jinan jî bigire. Di gel hewildana guherandina rol û pozîsyona jina Kurd a di nava civaka Kurd da, armanca me ya serekî têkoşana ji bo rizgarîya vî milet û welatî ye ji bindestîyê. Li welatekî bindest ne mimkin e ku em behsa azadîyeka razber bikin li ser navê jinan! Heta niha bi hezaran jinên Kurd hatine kuştin li ser navê Kurd û Kurdistanê. Ne mimkin e ku em nasnameya xwe ya jinbûnê bikin pêşîya nasnameya xwe ya neteweyî! Çimkî ev du nasnameyên alternatîv nîn in. Em wek jinên Kurd û Kurdistanî hene û divê tekoşana me li ser van esasan be! Tu car li ser navê azadîya jinan em nikarin bi jinên serdestan ra bibin yek ger welatê me bindest be. Ev bi tena serê xwe jî dide der ku azadîya jinan têkildar e bi realîteya milet û welatekî ra. Li welatên cuda jinên ji neteweyên bindest jî têkoşana xwe li dor gotarên neteweperwerîyê bi rê ve birine û bi ser ketine û her wisa bi wê serketinê rol û pozîsyona wan a civakî û sîyasî û aborî û hwd jî guherîye. Ey jina Kurd bizanibe ku azadîya te jî têkildar e bi azadîya ziman û milet û welatê te. Îro em wek jinên Kurd vê berpirsyarîya dîrokî ya têkoşana rizgarîya neteweyî hildidine ser milê xwe û bi xebata di nava vê dozê da rê li ber azadîya xwe û miletê xwe vedikin. Bi vê hişmendîyê em dibêjin Newroz li hemû gelê Kurdistanê pîroz be. Bijî jina Kurd, bijî Kurd û bijî Kurdistan!

Platforma Ciwanên Serbixwe

31,991 Aufrufe • vor 1 Jahr